Buldan: Ji bo bidawîkirina faşîzmê mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bidin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mîtînga Qersê ya Partiya Çepên Kesk de axivî û got, "Em ê di 14'ê Gulanê de dawî li darbe, faşîzm, xerabî, zilm û bêhiqûqiyê bînin. Mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin.”

Partiya Çepên Kesk li Qada Cûmhûriyetê ya Qersê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de bi hezaran kes tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir amade bûn.

Yek ji namzetên Partiya Çepên Kesk Sertaç Çelîkkaleli di mîtîngê de axivî û got “Di vê hilbijartinê de kesên ku dev ji vî bajarî berdan û heqaret li gelê Qersê kirin ji bîr nekin. Pêdiviya vî bajarî bi Partiya Çepên Kesk heye. Çareseriya hemû pirsgirêkan li cem me heye.”

 Namzeta parlamenteriyê Gulcan Alp bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" derket ser dikê. Alp got, “Hêviya me heye û em bawer dikin ku em ê di 14’ê Gulanê de bi rojeke xweş şiyar bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê zilmê di sindoqan de têk bibin."

Yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê û wiha got: “Yên ku di her cure zext û zordariyê de li me dikin bila werin Qada Cûmhûriyetê ya Qersê, gel û coşê bibînin. Me li hemberî polîtîkayên qirêj ên AKP û MHP’ê stûyê xwe, xwar nekir. Em di her şert û mercî de bi gelê xwe re bûn. Em ê li vir 3-0 bikin."

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ew ê li vir AKP-MHP’ê têk bibin û got, “Ji hilbijartinê re hefteyek maye û îradeya gelê Qersê wê bi Partiya Çepên Kesk re be. Azadî, aştî û bextewarî wê bi pêşengiya partiya me pêk were. Partiya me wê rê li ber siberoja gelan veke û azadiyê bîne. Niha em ji vê zilmê, ji vê feqîriyê re dibêjin êdî bes e. Divê em vîna gelê xwe biparêzin û sindoqan kesk-zer-sor boyax bikin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî mîtîngê de axivî û got “Ez dixwazim yek bi yek spasiya hemû gelên me yên li vir dijîn, di serî de Tirk, Kurd, Terekeme, Azerî û hemû gelên me yên hêja bikim. Îro Qers mitîngeke girîng li dar dixe, hevalên min dibêjin di dîroka Qersê de mîtînga herî qelebalix e. Ez spasiya hemû hevalan dikim û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî we jî dikim. Di serî de Cîhan Aymaz ê ku li Kadikoya Stenbolê di encama êrîşa nîjadperestan de jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî û minet bi bîr tînim.

Di 14'ê Gulanê de em ê dawî li êrîşên wan ên nîjadperest û cihêkariyê bînin. Niha yên ku heqaretan dikin û gefan dixwin, li qadan daxuyaniyên nîjadperest didin, ji tiştên ku wê di 5 rojên dawî de biqewimin berpirsyar in. Werin, mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin. Partiya Çepên Kesk temînata demokrasiyê û garantiya vî welatî ye. Dengek ji bo Partiya Çepên Kesk û dengek jî ji bo şandina faşîzmê. Niha dema serketinê ye, em dizanin ku ev serkeftin di destê we de ye. Şev û roj bixebitin, 4-5 rojan ranezên jî tiştek nabe. Li deriyê her kesî bixin, ji her kesî deng bixwazin, teqez Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin. Werin em bi hev re li ser sindoqan dersa demokrasiyê bidin kesên ku dibêjin 14ê Gulanê roja darbeyê ye. Werin em bi hev re di 14’ê Gulanê de dawî li darbe, faşîzm, xerabî, zilm û bêhiqûqiyê bînin.”

Piştî axaftina Bûldan, hunermend Berfîn Aktay konserek da.